NûçeÎranRojhilatanavin

Êrîşa li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdunê: 3 leşker mirin, 25 leşker jî birîndar bûn

Artêşa Amerîkayê ragihand ku di encama êrişa balafirên bêmirov ên li ser baregeheke Amerîkayê ya li Urdunê de 3 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û 25 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat gotin ku di êrîşê de baregeheke li bakurê rojhilatê Urdunê, li nêzî sînorê Sûriyeyê hatiye hedefgirtin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku êrîş ji aliyê “komên çekdar ên radîkal ên ku Îran piştgiriya wan dike” pêk hatiye.

Başa dön tuşu