EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Êrişa mizgeftê ku 14 kes hatibûn kuştin, DAIŞê girte ser xwe

Duhî li dijî mizgefteke bajarê Kabîla Afganîstanê êrişeka çekdarî pêk hatibû û di encama êrişê de 14 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn. Li gorî zanyariyan berdest, rêxistina terorîst a DAIŞê êrişa çekdarî girte ser xwe.

Şieyên bajarê Kabîlê Roja Aşûreyê li mizgeftê li hev civiya bûn û li gorî tê payînkirin milîtanekî rêxistina terorîst a DAIŞê ketibû nava mizgeftê û bi çekan gule li însanan reşandibûn. Ji ber vê êrîşa çekdarî herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 26 kes jî birîndar bibûn. —Li gorî zanyariyan, rêxistina terorîst a DAIŞê hinek kes dîl jî girtine.

Her wiha berdevkê Wezareta Navxweyî yê Afganîstanê Sedik Sedikî jî di daxuyaniya xwe de gotibû: “Êrîşkar ketibûn hundirê mizgefta şie û gule li mirovên îbadet dikirin reşandin û di encama gulereşandinê de 14 hatine kuştin û 26 kes jî birîndar bûne.”  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu