ÎranNûçeRojhilatanavin

Hemî gemîyên nifthilgir ên Îranê seredana benderên ewropî dikin

Rêvebirê şîrketa netewî ya tranzîta nifta Îranê ragihand ku gemîyên nifthilgir ên Îranê hatinûçûna hemî benderên ewropî dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Sîrûs Kîyanêrsî rêvebirê şîrketa tranzîta deryayî ya nifta Îranê îro dema ravekirina destkevtên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê herwiha got: Bi dû cihanîna rêketinama navokî û rakirina boykotan, hatin û çûyîna gemîyên nifthilgir ên îranî bo benderên ewropî ku di serdema boykotan da hatibû sekinandinê, careka din destpê bû.

Kîyanêrsî, Spanîya yekemîn meqseda gemîyên nifthilgir ên îranî bi dû rêketinama navokî da zanînê û got ku yekemîn gemîya şîrketa netewî ya tranzîta nifta Îranê gihîştîye Bendera Cesîrasê ya Spanîyayê.

Wî herwiha got, jibo hazirbûna bihêz li bazarên navnetewî û ewropî, hatin û çûyîna gemîyên vê şîrketê li benderên ewropî ji wan li Holendê destpê bûye.

Rêvebirê şîrketa tranzîta deryayî ya nifta Îranê herwiha got: Bi zûtirkê gemîyên nifthilgir ên îranî yê xwe bigihînin gellek benderên din ên dinyayê.

Bi dû weşandina rapora Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) di 15`ê Çileya sala 2016`an da ku ragihand Îranê sozên xwe yên di çarçova rêketinama navokî da cih anîne, pêvajoya rakirina boykotên welatên rojavayî li dijî Îranê destpê bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu