ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Cîhana Îslamî: Cîhada mezin yanî peyrevî nekirina ji dijmin

Rêberê Cîhana Îslamî  bal kişande ser ” Pênase û riya înqilabî” a meclisa şarezayên rêberiyê û destnîşan kir; Tenê riya mayîn û pêşketina nizam û serê xwe girtina hedef û armancên Înqilabê, `Deshilatdariya Rastîn a Welêt` û `Cîhada Mezin` yanî peyrewî nekirina ji dijmin e.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê Cîhana Islamî li hevdîtina îro pêncşemê tev serok û nûnerên meclisa şarezayên rêberiyê yên dewra pêncan, ragihand ku ev meclisa mecliseke bi rastî mezine.

Rêberê Cîhana Îslamî bilî sipasiya ji Xwedê teala ji ber xatira hilbijartina baş a vê meclisê û pêşwaziya germ a xelkê bona bijartina nûnerên xwe li meclisa şarezayên rêberiyê ku mecliseke bi rêz û hurmet e destnîşan kir; Meclisa şarezayên rêberiyê xelateke îlahî ye û heta cuda ji wezîfe û pêspartiya ku li qanûna bingehîn ji bo vê meclisê kifş kiriye, ev meclisa diyardeyek mezin û bi tesîr e.

Rêberê Cîhana Îslamî bijartina birek ji alim û zanayên dînî û zanistî bo meclisa şarezayên rêberiyê ji aliyê xelkê gelekê bi ehmiyet û girîng daye zanîn û got:Ev meclisa mezin û alim xwedanê gelek zirûfan e û dikare bibe çavkaniya gelek ji xebatên bi tesîr û rênimûnîker.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê Cîhana Îslamî bal kişande ser peywendiya navbera alim û zanayên endam li meclisa şarezayên rêberiyê tev xelkê seranserî Îranê û qudreta bi tesîre wan li cem bîr û raya giştî ya xelkê û got: Gerek ku nûnerên meclisa şarezayên rêberiyê li cih anîna wezîfe û pêspartiyên xwe yên qanûnî bê deng nemînin û bona agehdariya xelkê û cih anîna wezîfa xwe ya qanûnî bixebitin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê Cîhana Islamî ” hevfikriya li bara meselên curbicur”, ”pêgîriya li ser meselên têkildar”, ”pergalkiriina diyaloga baş û pêgîriya li ser xwestekên giştî” ji zirûfên meclisa şarezayên rêberiyê daye zanîn û destnîşan kir; Eger ev babetan ji aliyê meclisa şarezayên rêberiyê bêne berçav girtin,hemû berpirs û karbidestên welêt hema normal ber bi xizmeta bo gelê Îranê dimeşin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser viya ku pêwîst e rê û hedefa meclisa şarezayên rêberiyê hema rê û hedefa Înqilabê bibe û destnîşan kir;; ”hakimiyeta Îslamê”, ”azadî”, ”serxwebûn”, ”îdaleta civakî”’, ”tenahiya gelêrî”, ”kokbirkirina nedarî û nezanînê”, ”sekinîna li hemberî gendeliyên malxopankere exlaqî, abûrî, civakî û siyasî yên ku niha li welatên rojavayê dikevin berçavan” û ” berxwedana li hemberî bereya îstikbar” ji hedefên sereke yên Înqilaba Îslamî ya gelê Iranê ne.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî destnîşan kir ku bereya îstikbar hema di siruşta xwe da bi dû desthilata ser gelên cîhanê ye û her welat yan gelê ku li hemberê vê nizama serdest nesekine dikeve nav dafa wan û hêsîr dibe.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê Cîhana Îslamî, dînê pîroz a Îslamê bêşik, jinavbirê zilm û îstikbarê daye zanîn û destnîşn kir; Helbet ev Îslama dikare li hemberî zorbêjên cîhanê raweste û bereya serdestxwaz ji nav bibe ku wekî nizameke bi isteqrar be û xwedanê qudretên eskerî, siyasî, abûrî, çandî û medyayî bibe.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê Cîhana Îslamî herwisa gote nûnerên dewra pêncane meclisa şarezayên rêberiyê; hema li dewsa xwe rawestan rewa nîne û bona pêşbirina hedef û armancên Îslamê û Înqilabê hertim bi du hilguherîn û pêşketinê da bin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu