NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa mûşekî ya hêzên yemenî ser pêgehên kirêgirtiyên Erebistanê

Hêzên yemenî êrişî ser navenda kombûna kirêgirtiyên erebistanê li navça Mîdî li parêzgeha Hecceyê li bakûra rojavaya Yemenê kirin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, Hêzên yemenî bi  mûşekên Zelzal û gullên hawanê êrişî ser navenda kombûna kirêgirtiyên erebistanê li navça Mîdî li parêzgeha Hucê li bakûra rojavaya Yemenê kirin ku ji ber vê êrişê derbeyên giran li terorîstan ketin.

Hêzên yemenî herwisa navenda zêrevaniya El-Hemr û navça Tebel-Qetrîn li Necranê û pêgeha El-Qemie El-Şêx li navça Esîrê li başûra Erebistanê jî kirine hedefa êrişên xwe.

Hêzên yemenî herwisa pêgeha kirêgirtiyên Erebistanê li navça El-Meşcei li bajarê Serwahê li parêzgeha Maribê li navenda Yemenê jî kirine hedefa êrişên xwe yên hawanê ku ji ber van êrişan 6 kirêgirtiyên Erebistanê hatine kuştin.

Bingehên erebistanî bi xwe jî ragihandin ji ber êrişa hêzên yemenî ser pêgehên eskerî yên Erebistanê li bakûra vî welatî 3 eskerên vî welatî hatine kuştin.

Yekîneyên artêşa Yemenê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî herwisa li navça Ferzetul-Nehm li parêzgeha Senayê pêgehên kirêgirtiyên Riyazê pê du mûşekên Zelzal 2 kirine hedefa êrişên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu