ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mehsûm daxwaza berfirehkirina hevkariya Îran û Iraqê kir

Balyozê Nû yê Îranê belgeya bawerînameya xwe pêşkêşî Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm kir.

Ofîsa ragihandinê ya Serokomariya Iraqê diyar kir, roja duşemê 24ê Nîsana 2017an Balyozê Nû yê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî belgeya bawerînameyê pêşkêşî Serokomar Fuad Mehsûm kir.

Fuad Mehsûm destnîşan kir, ku ew li hêvî ne hevkariya di navbera Iraq û Îranê de berfireh bibe. Bi taybetî jî li ser mijarên aborî, leşkerî, siyasî û li ser warên cûrbicûr.

Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî jî diyar kir, ku welatê wî dixwaze li gel Iraqê peywendiyên xwe bihêz bike û herwiha bal kişande ser berfirehkirina asoya hevkariya her du welatan.

Di 18ê Nîsana 2017an de Îrec Mescidî bi awayekî fermî weke Balyozê Nû yê Îranê yê li Iraqê dest bi peywira xwe kir.

Mescidî şêwirmendê fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê, Qasim Silêmanî ye û kesayetekî leşkerî ye.

Li gor çavdêran, Îran dixwaze bi diyarkirina kesayetiyekî leşkerî weke balyozê xwe li Iraqê bandora xwe li wî welatî zêdetir bike.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu