ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ser komên tekfîr-terorîst ên cinayeta li Ehwazê bi awayekî berfireh deng veda

Êrişa mûşekî ya Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ser komên tekfîr-terorîst ên cinayeta li Ehwazê pêk anîn û meqera wan li rojhilata çemê Firatê li Sûriyê bû, li hin ajansên nûçan ên başûrê rojhilata Asiyayê bi awayekî berfireh deng veda.

 Li gorî rapora Xîn Hawayê, Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê vê sibê bi çend mûşekan êrişî veşartgeha serkirdeyên komên terorîst û sebebkarên êrişa terorîstî ya vê dawiyê ser merasima rêzbûna leşkerî ya hêzên çekdar ên Îranê li bajarê Ehwazê ku meqera wan li rojhilata çemê Firatê li axa Sûrîyê bû, kir.

Ajansa nûçan a Kiyodo ya Japonê jî ragihand ku Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî bi avêtina 6 mûşekên Balistîk cihê kombûna  terorîstên sebebkarên êrişa li Ehwazê, li rojhilata Sûriyê daye ber êrişê.

Sipaha Pasdaran her wiha raghandiye ku heft balefirên bê firokevan ên Îranê jî meqerên  terorîstan li vê navçê dane ber êrişan.

Li gorî raporên seretayî hejmareke zêde ji terorîstan piştî êrişên mûşekî yên vê sibê li rojhilata çemê Firatê hatine kuştin an birîndar bûne.

Li daxûyaniya Sipaha Pasdarên Inqilabê hatiye ku ev êrişa bona tolhildana cinayetên vê dawiyê ya li bajarê Ehwazê cih hatiye ku li encama wê herîkêm 25 kes ji wan zarokekî 4 salî şehîd bû û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê pêştir hişyarî dabû ku dê bersiveke qahêm bide  liv û tevegrên kirêt ên terorîstan û alîgirên wan.

Başa dön tuşu