Çeteyên têrorîst hêzgeha karebayê ya Zareyê li Rîfa başûrê Hemahê li rojavaya Sûriyê dane ber rokêtan.
Li gorî rapora El-Alemê, wezareta elektrikê yê Sûriyê ragihand: Komên têrorîst bi êrîşa li ser hêzgeha elektrîkê ya Zareyê û malên kedkaran li derdora wê, ziyan li hêzgehê xistin.
Bi dewama serketinên artêşa Sûriyê û têkçûnên li pey hev ên têrorîstan li vî welatî, çeteyên têrorîst zêdetir ji berê binavahiyên Sûriyê kavil dikin; Ji wan pêkanîna xerabiyên berfire li pergala veguehstina av û elektirîkê li vî welatî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)