ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Êrîşa mûşekî ya Yemenê ser baregehên çekdarên siûdî li Teizê

Yekîneya mûşekî ya Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê Pêncşemiyê bi şev bi mûşekeka Balistîk a Xwecihî, baregehên kirêgirtiyên siûdî li navçeya El Waziyê li parêzgeha Teizê li başûrê rojavaya Yemenê da ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB Nesê, Yekîneya mûşekî ya Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ragihand ku baregehên çekdarên siûdî li navçeya El Waziyê bi mûşeka Zilzal-1ê daye ber êrîşê.

Heta niha tu raporek ji hejamara goriyan û ziyanên pêkhatî ji ber vê êrîşa mûşekî ya Yekîneya mûşekî ya Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê nehatiye ragihandin.

Yekîneya mûşekî ya Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê Sibeha Pêncşemiyê jî bi mûşekeka Zilzal-1ê baregehên çekdarên siûdî li cebel El Dûdê li Cîzana başûrê Erebistanê dabû ber êrîşê.

Pêştir Luqman Şeref, berdevkê artêşa Yemenê ragiahndibû ku heta wê demê ku dorpêçkirin û destdirêjiya li er yemenê were domandin, emê êrîşî ser baregeh û navendên wan ên aborî bikin.

Hêza berevaniyê artêş û Komîteyêîn Gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Başa dön tuşu