Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê, siba pêncşemiyê du mûşekên balistîk ên xwecî yên Zelzal-1 ber bi meqerên kirêgirtiyên siûdî li Necranê li başûrê Erebistanê avêtin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Yekîna mûşekî ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi ragahdina vê yekê ku ev 2 mûşek tam li hedefê ketine, destnîşan kir li ku encama vê êrişa mûşekî, hejmareke zêde ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin.
Yekîna mûşekî û komîteyên gelanî yên Yemenê Pêncşemiyê şevê jî bi mûşekeke balistîk ên xwecî ya Bedrê 1, qereqla hêzên siûdî li Necranê dan ber êrişan.
Qaweta berevaniyê ya artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêça giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîam Siûdî roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.
Artêşê û komîteyên gelanî yê Yemenê her roj axa Eeebistanê bi mûşekên balistîk didin ber êrişan ku ev kiryara wek berteka li hember destdirêjiya hevalbendiya siûdî ser Yemenê û êrişa ser xelkê sivîl ê vî welatî cih tê.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an va destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî destpê kirine. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.
Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dewa dermanan aniye.