ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrîşa mûşekî ya yemeniyan ser baregeh û çeperên kirêgirtiyên Siûdî li parêzgeha Heceyê

Yekîneya mûşekî ya Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê berbanga Çarşemiyê bi mûşekeka Balistîk a xwecihî ji cûreya “Badr P1″ê baregehên kirêgirtiyên Siûdî li navçeya Heyranê li parêzgeha Heceyê li bakurê rojavaya vî welatî dane ber êrîşê.

Li gorî rapora Al Alamê, rayedarekî leşkerî yê Yemenê li hevpeyivîna digel Kanala El Mesîreyê ya vî welatî bi gotina vê yekê ku ev mûşek bi diqet û esehî li armancê ketiye, ragihand: Li vê êrîşê hejamreka kirgirtiyên Siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Başa dön tuşu