NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa ser meqerên destdirêjkirin bi mûşekên Balestîk ên nû yên Yemenê

Yekîna mûşekî ya Yemenê ragihand ku mûşeka Balestîk a nû ya vê yekînê cihê kombûna destdirêjkirên siûdî û kirêgirtiyên wan li perava rojava ya Yemenê da ber êrişan û hejmarake zêde ji wan kuştin.

Yekîna mûşekî  û komîteyên gelanî  yên Yemenê roja îniyê li bara ceribandina  mûşekeke nû agahî da û raghand ku mûşeka ceribandî ji cureya balestîka  kin meznîl bûye û bi serketin ser meqerên hêzên destdirêjkir li peravên  rojava  Yemenê hatiye  ceribandin.

Di eynî demê de, çavkaniyeke  artêşa Yemenê got: Hêzên deryayî û berevaniya  perava  Yemenê, operasyonê peyabûna  deryayî ya dstdirêjkiran bi qayiqên  cengî li peravên  rojava Yemenê bê encam kir û  xisarên însanî û xisarên giran li wan xistin.

Bi dehan  hezar kes  ji welatiyên  yemenî li Senayê jî roja îniyê xwenîşandan bi rêxistin û bi bilindkirina alaya Yemenê li dijî siaysetên  Emerîka û Rejîma  Siyonîstî û dagirkeriya Erebsitan û Îmaratê bi taybet li Hudeydê li rojava Yemenê slogan, avêtin.

Her wiha Şeref Luqman, berdevkê fermî yê artêşê û hêzên  çekdar ên Yemenê, vê dawiyê wek berteka li hember îdiayên  hevalebdniya siûdî derheq qaçaxa mûşekê ji Îranê bo Yemenê bi redkirina van îdiayan, raghand: Hemî çek û sîleh û mûşekên Yemenê berhemên navwxeyî ne.

Başa dön tuşu