NûçeRojhilatanavin

Êrişa Pakistanê DAIŞê girte ser xwe

Duhî li Pakistanê li hemberî akademiya polêsan êrişeke xwekujî pek hatibû û herî 59 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bibû. Li gorî zanyariyên berdest, êrişa akademiya polêsan a Pakistanê rêxistina terorîst a DAIŞê girtiye ser xwe.

Duhî hinek kesên ku rûyê wan pêçayî bûn bi ser akademiya polêsan a bajarê Kuettaya Pakistanê de girtibûn, di êrişê de 59 kes kuştibûn û zêdetirî 100 kesî jî birîndar kiribûn. Îro berê sibehê ajansa Amaqê ku wekî ajansa nûçe ya rêxistina terorîst a DAIŞê tê zanîn ragihand ku êrişa akademiya polêsan Pakistanê ji terefê milîtanên DAIŞê ve hatiye pêkanîn. Bajarê Kuettayê di meha tebaxê de jî rastî êrişan hatibû û di êrişa li hemberî nexweşxaneyekê de herî kêm 70 kes hatibû kuştin dîsa rêxistina terorîst a DAIŞê êriş girtibû ser xwe, lê Cemaet-ul Ehrara girêdayî Talîbana Pakistanê ragihandibû ku wan êriş pêk aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu