İslami Davet Kurdi Bange İslami

Êrişa Rejîma Seûdî ser axa Yemenê û kuştina jin û zarokan kiryarekî nemirovaneye û mehkûm e.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li berteka dewama êrişên hewayî yên Rejîma Seûdî ser axa Yemenê ku heta niha ji ber wan destdirêjiyana bi dehan jin û zarok hatine kuştin ragihand ku Pêwîst e van êrişên Hovane her çi zûtirkê bêne rawestandin.

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê destnîşan kir: Li van zêde ji 1000 rojên ku ji destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê derbas dibe, ev mesela eşkera bûye ku her wextekê ku Riyaz rastî işkestê hatiye, bi êrişa hewayî ya ser axa Yemen`ê gelek ji xelkê bê guneh û sivîl ê vî welatî kiriye hedef.

Behram Qasimî  got: Ciyê mixabiniyê ye ku civata cîhanî li hemberî van êrişên Erebistanê ser axa Yemen`ê ku bi çek û sîlahên amerîkî cih tên, bê denge.

Ji ber êrişa duh sêşemê ya Erebistanê ser bazarekê li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê zêde ji 100 kes hatine kuştin yan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version