NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa Rêjîma Sîyonîst ser girikên Golanê li Sûrîyê

Rêjîma Sîyonîst îro girikên Golanê li parêzgeha Quneytere ya Sûrîyê da ber rokêtan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, serbazên Rêjîma Sîyonîst di encama vê êrişa bi top û rokêtan da, hêzên artêşa Sûrîyê kirin armanc.

Wan idia kirin ku berî vê êrişê, rokêtek ji axa Sûrîyê va ber bi Golana dagirbûyî hatîye avêtin.

Rêjîma Sîyonîst dibêje ku her cure gulle û hawanek ji alîyê axa Sûrîyê va ber bi erdên dagirbûyî, kî davêje bila bavêje, ew, delweta Sûrîyê sebebkar nas dike.

Rêjîma Sîyonîst di meha Îlonê da jî êrişî axa Sûrîyê kir. Vê rêjîmê di meha Tîrmehê da jî êrişî axa Sûrîyê kiribû û ev rêjîma her carê bi heceta ku gulleyek ji alîyê axa Sûrîyê va ber bi erdên dagirbûyî hatîye avêtinê, êrişî baregehên hêzên artêşa Sûrîyê idke.

Rêjîma Sîyonîst dema şerê şeşrojî di sala 1967`ê da nêzî hezar û 200 kîlomêtirên çarkunc axa Sûrîyê li girikên Golanê dagir kirin û tevlî erdên dagirbûyî kirin lê civaka navnetewî vê yekê bi fermî nas nake. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu