AsyaCîhanErebîstanEwropaIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Armanca civîna erebî-amerîkî li Rîyazê, vejîyandina dubare ya DAIŞ`ê ye

Bi dû teylîfa paşayê Erebistanê jibo serokên 17 welatên ereb jibo hevdîtina ligel Donald Trump serokomarê Amerîkayê li Rîyazê, parlimantereke iraqî “vejîyandina dubare ya koma têrorîst a DAIŞ`ê“ wek armanca vê civîna erebî-amerîkî zanî.

Zeyneb Sehlanî parlimantera Fraksyona Al Ahrarê li meclisa Iraqê îro li hevpeyvîna ligel ajansa nûçan a Al Melûmê, civîna erebî-amerîkî komployek wesif kir û vejîyandina nijyara DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst piştî işkesta birezalet li Iraq û Sûrîyê wek armanca vê civînê zanî.

Vê parlimantera iraqî ji ber piştgirîya darayî, leşkerî û sîyasî ku hin welat didin DAIŞ`ê û bûye sedema kuştina mirovên bêguneh û awarebûna bi milyonan kesî û jinavçûna aborîyê, mixabinîya xwe nîşan da û got: Van alîyana bi pêkanîna DAIŞ`ê di rêka wêrankirina welatên navçê da pêngav rakirin.

Selman Ibnê Evdilezîz paşayê Erebistanê duh bi şandina teylîfnameyan jibo serokên 17 welatên ereb ji wan Behrêyn, Qeter û Imaratê, ew jibo hevdîtina ligel serokomarê Amerîkayê ku biryar e vê mehê seredana Erebistanê bike, vexwendin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu