ÎranNûçeRojhilatanavin

Birêxistina helahelayê dijî Îranê, sitratêjiya hevpar a Amerîka û Konseya Hevkariya Kendava Farsê

Dew û doza destwerdana Îranê li welatên navçê, bi saya liv û tevgerên Erebistanê, bûye sitratêjiya hevpar a hin welatên ereb ên navçê.

Li dewama wan liv û tevgerana, rayedarên Behrêynê û hin welatên ereb di van rojên dawiyê da gotinên hevdeng û wekhev tînin zimên. Malpera Golf News`ê li sernivîsareke xwe nivîsî ku Melik Hemd kurê Îsa Alê Xelîfe paşayê Behrêynê û Mihemedê Şeşan paşayê Mexribê, Îran li warê destwerdana li Behrêynê û welatên din ên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê û her wisan piştgiriya ji têrorîsmê tawanbar kirin.

Dew û dozeke bi vî rengî jî li hevdîtina duh a paşayê Behrêynê û Evdilfetah Sîsî serokomarê Misrê li Qahirê hat hilêxistin. Paşayê Behrêynê li vê hevdîtinê her wiha piştgirî da plana damezirandina hêza leşkerî ya hevpar a ereb jibo sekinîna li hemberî tişta ku wî “ gefên li navçê“ bi nav kir.

Ev gotin di rastiyê da destpêka cihanîna planeka sitratêjiya demdirêj e ku li civîna vê dawiyê ya serokên welatên endamê Saziya Hevkariya Kendava Farsê 22`ê Nîsanê bi amadebûna Barak Obama serokomarê Amerîkayê hat nimandin.

Li beşeke vê planê hatiye ku ev hevkariya sitratêjîk anegorî sozên dualî bi merema çêtirkirina rewşa ewlehiyê û pêkanîna istiqrarê ye.

Mideha çend salên buhurî da, di vî warî da çend civîn li asta wezîran di navbera Amerîkayê û Konseya Hevkariya Kendava Farsê û bi dehan dewre gotûbêjên dualî bi merema cihanîna sozên civîna Kemp Dêyvîdê hatine lidarxistin.

Di civîna Kemp Dêyvîdê da ku di meha Gulana sala 2015`an da hat lidarxistinê, Amerîkayê û şirîkên wî li Konseya Hevkariya Kendava Farsê li ser pêkanîna şirîkatiyeke sitratêjîk a bihêztir bi merema nehîştina pirsgirêkên navçê soz dan.

Wezîrên berevaniyê yên Amerîkayê û welatên endamê Saziya Hevkariya Kendava Farsê jî di roja 20`ê Nîsanê li hevdîtina ku li bajarê Riyaza paytexta Erebistanê pêk hat, li ser pêngavên zêdetir bi merema bihêzkirina hevkariyên ewlehiyê sekinîn.

Plana ku li civîna Riyazê hat pejirandin, babetên wekî pêkanîna hêza taybet a Konseya Hevkariya Kendava Farsê bi pişkdariya hêzên rahêner ên amerîkî anegorî pêvajoyeke duqonaxî û çendqonaxî digire ber xwe ku ev plana rê li ber Amerîkayê vedike ku hêzên xwe li navçê ragire.

Niha welatên hanê giraniya hevkariya xwe ya bi heceta sekinîna li hemberî pirsgirêkên ewlehiyê dane ser helwesta hevpar li hemberî şiyana mûşekî ya Îranê. Ser vî esasî, Amerîkayê welatên dorhêla Kendava Farsê dilniya û piştrast kirine ku bicihkirina sîstema mûşekî ya balêstîk a Hişyarkirina Lezgên li welatên endamê Konseya Hevkariya Kendava Farsê yê bê lezandin ta ku qaşo alîkariyê bide sekinîna li hemberî gefên navçeyî ku bi Îranê va girêdidin.

Welatên ereb ên navça Kendava Farsê taybetî jî Erebistan û Behrêyn ji ber şaşitiyên siyasî yên xwe tûşî gellek pirsgirkan bûne. Loma hewl didin ku pê reşkirin û tawanbarkirina Îranê li warê destwerdana li pirsgirêkên hanê, meselê biguherînin. Xala kilîdî li vê helahelaya dijî Îranê, dewama siyaseta paşverûyî li deverê ye ku Erebistan serkêşiya wê dike.

Erebistanê destpêkê serbazên xwe şandin Behrêynê ta ku gelê rêformxwaz ê vî welatî serkut bike, paşê şerê dijî Yemenê destpê kir û her wiha hewl da ku bi piştgiriyên darayî û locêstîk bo komên têrorîst li Iraq û Sûriyê navçê tûşî qeyranê û gefên têkderane bike.

Lê ev siyaseta tu alîkariyekê nade çareserkirina pirsgirêkên van welatana, belkî yê rewşê aloztir bike û Israîlê û Amerîkayê jî nêzîktirî armancên xwe yên li navça Rojhilata Navînê bike. Bi her awayî ev welatana yê derdaiyê vê sitratêjiya ewlehî-leşkerî bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu