AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê enirjiya Iraqê: Prosa Şandina gaza Îranê bo Iraqê bi vê zûtiyê dê destpê bibe

Qasim El-Fehdavî wezîrê enirjiya Iraqê li gotinên xwe yên îro sêşemê destnîşan kir; pilana prosa Şandina gaza Îranê gihêştiye kutahiyê û bi vê zûtiyê dê gaza Îranê bigehêje Iraqê.

Qasim El-Fehdavî bal kişande ser tecrube û karayiyên Îranê li babeta îliktirîkê ragihand ku piştî jinavçûna kirîza nav Iraqê bê şik Bexda ji tecrubên Têhranê istifade dike.

Qer û deyînên ku Îran ji babeta îliktirîkê ji Iraqê dixwaze sercem milyardek û 200 milyon dolar e.

Şandina îliktirîka Îranê bo Iraqê piştî ku ev girêbesta li 31 Kanûna 2016 kuta bû hate rawestandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu