Xelkê navça El-Derazê ya Behreynê jibo berevaniya ji şêx Îsa Qasim rêberê bi nav û deng ê misilmanên vî welatî bi hêzên ewlehiyê re ketin şer û pevçûnê.
Li gorî rapora El-Alamê hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe siba çarşemiyê bi êrişa ser meydana Fedayê li navça El-Derazê cihê kombûna xelkê jibo piştgiriyan ji şêx Îsa Qasim li kesên ku ketibûn girevê, xistin.
Çavkaniyên behreynî ji kanala El-Alamê re gotin grûpên inqilabî yên behreynî ji xelkê xwestin jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim derkevin şeqamên navça El-Derazê.
Piştî vê daxûyaniyê bi hezaran trimbêl ber bi El-Derazê va çûn ku dorpêça vê navçê têk bişkînin. Çavkaniyên behreynî her wiha li bara qewimîna hin pevçûnan navbera hêzên Alê Xelîfe û xelkê di girevê de li navça El-Fedayê agahî dan.
Li gorî gotina çavkaniyên behreynî hêzên Alê Xelîfe bi kelûmelên eskerî mala şêx Îsa Qasim dorpêç kirine.
Hêzên ewlehiyê yêmn Behreynê her wiha hemî deriyên bajaroka El-Derazê girêdane û kelûmelên eskerî yên zêdetir bo vê navçê hatine şandin. Hin çalak dibêjin ji çend rojan berî niha ve hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe nahêlin xwarek bên şandinê bo navça El-Derazê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)