FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrişa siyonîstan ser Mizgevta Eqsayê û aloziya li vê mizgevtê

Bi dehan bajaroknişînên siyonîst bi bêşermî êriş kirin ser senhên curbicur ên Mizgevta Eqsayê.

 Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, Feras El-Debes, rêvebirê  beşa rgihandinê ya Rêxistina Ewqafa Îslamî ya Qudsê îro Pêncşemiyê raghand: “Bajaroknişînên  siyonîst bi piştgiriya memûrên polîs û hêzên yekîna taybet a Rejîma  Siyonîstî ji Bab Ul-Muxaribê va derbasî Mizgevta Eqsayê bûn û êriş kirin ser zêrevanên  vê mizgevtê ku piştî wê rewşa  vî cihê pîroz aloz bû”.

Bajaroknişînên  siyonîst bi derbasbûna  nava sehnên  Mizgevta Eqsayê ayînên Telmûdiyê (xwendina Toratê) li dar xistin.

Herîkêm 2400 bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya eskerên Rejîma Siyonîstî li  Tebaxê êriş kirin ser Mizgevta Eqsayê û li vî cihê pîroz ayînên  Telmûdiyê lidarxistin.

Bajaroknişînên  siyonîst her roj bi qest destdirêjiyê  dikin ser Mizgevta Eqsayê û ev cihê pîroz bûye meydana  esker û bajaroknişînên  siyonîst bona jinavbirina pênaseya Îslamî û xiristiyanî ya Beytulmuqedesê û danîna  sembolên  siyonîzmê dewsa wê.

Ji aliyê din ve, eskerên siyonîst bi êrişa ser navçên  curbicur ên Kêleka rojava ya çemê Urdinê, pênc filistînî girtin.

Amarên  fermî yên Filistînê nîşana hebûna herîkêm 6500 filsitîniyan ji wan 300 zarokan li zindanên  Îsraîlê ye.

Başa dön tuşu