Bi dehan bajaroknişînên siyonîst bi bêşermî êriş kirin ser senhên curbicur ên Mizgevta Eqsayê.
Li gorî rapora navenda ragihandinê ya Filistînê, Feras El-Debes, rêvebirê beşa rgihandinê ya Rêxistina Ewqafa Îslamî ya Qudsê îro Pêncşemiyê raghand: “Bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya memûrên polîs û hêzên yekîna taybet a Rejîma Siyonîstî ji Bab Ul-Muxaribê va derbasî Mizgevta Eqsayê bûn û êriş kirin ser zêrevanên vê mizgevtê ku piştî wê rewşa vî cihê pîroz aloz bû”.
Bajaroknişînên siyonîst bi derbasbûna nava sehnên Mizgevta Eqsayê ayînên Telmûdiyê (xwendina Toratê) li dar xistin.
Herîkêm 2400 bajaroknişînên siyonîst bi piştgiriya eskerên Rejîma Siyonîstî li Tebaxê êriş kirin ser Mizgevta Eqsayê û li vî cihê pîroz ayînên Telmûdiyê lidarxistin.
Bajaroknişînên siyonîst her roj bi qest destdirêjiyê dikin ser Mizgevta Eqsayê û ev cihê pîroz bûye meydana esker û bajaroknişînên siyonîst bona jinavbirina pênaseya Îslamî û xiristiyanî ya Beytulmuqedesê û danîna sembolên siyonîzmê dewsa wê.
Ji aliyê din ve, eskerên siyonîst bi êrişa ser navçên curbicur ên Kêleka rojava ya çemê Urdinê, pênc filistînî girtin.
Amarên fermî yên Filistînê nîşana hebûna herîkêm 6500 filsitîniyan ji wan 300 zarokan li zindanên Îsraîlê ye.