Artêşa Rejîma Siyonîstî li dewama cinayetên xwe dijî filistîniyan navçên qiraxa rojavaya Çemê Urdinê kirine hedefa êrişên xwe.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Artêşa Rejîma Siyonîstî Duh sêşemê li dewama cinayetên xwe dijî filistîniyan navçên qiraxa rojavaya Çemê Urdinê kirine hedefa êrişên xwe û 20 filistînî ji wan endamekî bereya berxwedana îslamî ya Filistînê nasyar bi Hemas`ê bêyî heger girtin.
Hinek ji medyayên cîhanî jî ragihandin ku siyonîstan Nezye Ebûewn endamêbereya berxwedana îslamî ya Filistînê girtin.
Ji Cotmeha sala 2015 Întefazeya sisyan a filistîniyan nasyar bi Întefazeya Qudsê destpê bû.
Rejîma Siyonîstî ji wê çaxê pê teror, girtin û işkenceya filistîniyan xebitiye pîşiya vê Întefazê bigre lê ev xebata wan rastî işkestê hatiye û ev Întifazeya hîn jî berdewam e.
Ji destpêka Întefazeya Qudsê heta niha 279 filistînî bi gullên siyonîstan şehîd bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)