IraqNûçeRojhilatanavin

Nunerê ayetullah Sîstanî: Divê dewleta Iraqê jibo ku pêbaweriyê bide welatiyên kurd û piştgiriya wan bike, biryarên zêdtir bide

Nunerê ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê ji berpirsên kurd xwest ku jibo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistana Iraqê li gorî qanûna bingehîn bi Bexdayê re hevkariyê bike.

 Li gorî rapora kanala  iraqî ya Sûmeriye Newsê, Ebdulmehdî El-Kerbelayî, nûnerê ayetullah Sîstanî, merceyê bilindqedr ê şîeyên Iraqê li xutbeyên nimêja îniyê li Kerbelaya Muella, ji aliyên ku jibo girtina pêşiya pevçûnên çekdariyê li Kerkûkê û navçên din ên kêşe li ser hewl dan, spasî kir.

Ebdulmehdî El-Kerbelayî teqez kir: Derbasbûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê nav Kerkûkê û navçên din bakurê Iraqê, weke serketina jibo aliyekê û şikesta jibo aliyê din nîne, belkî serketina jibo hemî iraqiyan e.

Nûnerê ayetullah Sîstanî di eynî demê de, daxwaza kêmkirina aloziyê li navçên kêşe li ser kir û li bara reftara tolhildanê hişyarî da.

Ebdulmehdî El-Kerbelayî destnîşan kir: Divê dewleta Iraqê jibo ku  pêbaweriyê bide welatiyên kurd û piştgiriya wan bike, biryarên zêdtir bide.

Hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê çila 2014an  bi îstifada ji bê ewlehî û nakokiya ku ji ber êrişên  koma terorîstî ya DAIŞê li Iraqê pêk hatibû, hin beşên  parzêgeha Kerkûkê ji wan bîrên nifta vê parêzgehê û hin navçên  din xistin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu