Êrişa terorîstan li Helebê hat bêencam kirin
Li gorî rapora Fars News`ê, endamên terorîstî yên Tehrîr Şamê( Bereya El-Nusre) êvara pêncşemiyê êriş kirin ser meqerên artêşa Sûriyê li taxên El-Raşidînê, El-Maliyê û Cemiye El-Zehrayê li rojava bajarê Helebê ku topxana artêşa Sûriyê riyên liv û tevgerên wan bi tundî da ber êrişan.
Artêşa Sûriyê her wiha hejmarek ji terorîstên ku dixwestin ji navça El-Tenefê ber bi başûrê Palmîrayê li derdora rojhilata bajarê Himsê ve biçin, dan ber êrişan û kuştin.
Li derdora rojhilata Palmîrayê jî artêşa Sûriyê hejmarek ji terorîstên ku dilê derbasbûnê ji navça El-Telîlê hebûn, girtin.
Li parêzgeha Hemahê, li rojava Sûriyê jî meqerên terorîstên Ketaib El-Îze li navça Kefer Zeytayê ket ber êrişa mûşekên artêşa Sûriyê.
Artêşa Sûriyê her wiha hewldana terorîstan bona derbasbûna nav bajarokê Merkebê li derdora bakurê Hemahê bê encam kirin û hejmarek ji terorîstan kuştin.