İslami Davet Kurdi Bange İslami

Êrişa terorîstan ser bajarê Helebê

Êrişa bi gullên hawanê yên terorîstan ser bajarê Helebê li bakûra Sûriyê hîn jî didome û li dewra nû ya van êrişên terorîstan hinek ji xelkê sivîl ê vî welatî hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Êrişa duh şemiyê ya bi gullên hawanê ya terorîstan ser bajarê Helebê li bakûra Sûriyê hîn jî didome û li dewra nû ya van êrişên terorîstan, 3 kes ji wan 2 jin hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne û xisaretên zav jî li xelkê Sûriyê ketine.

Piştî işkestên zêde ên terorîstan li hemberî artêş û hêzên gelanî yên Sûriyê li Helebê, liv û tevgerên terorîstan li navçên ku xelkê sivîl li wan deran dijîn zêdetir bûye.

Ji ber êrişa berfire ya artêşa Sûriyê û hêzên gelanî yên vî welatî dijî terorîstan li rojavaya Helebê, gelek ji terorîstan hatine kuştin û navça Zayihetul-Esed û navendên din ên derûdora vê navçê ji destê terorîstan hatine desrxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version