Li dewama êrişên bi gullên hwanê yên terorîstan ser bajarê Heleba Sûriyê, hejmarek ji xelkê vî welatî hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gor rapora IRNA`yê, li encama êrişên yekşemiyê şevê yên terorîstan bi gullên hawanê û bi mûşekê ser taxa El-Ramûsê û El-Seryan El-Cedîdeyê ya Helebê, 4 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn
Li encama êrişa mûşkî ya terorîstan ser navçeyên El-Meydanê, Bustan El-Zehreyê û şeqama Nîlê ya Helebê jî 8 welatiyên sûrî ji wan zarokek birîndar bûn.
Welatiyekî sûrî jî li taxa şêx Meqsûd a Helebê ji ber giraniya birînên xwe li encama êrişa hawanê ya roja şemiyê ya terorîstan ser vê taxê canê xwe ji dest da .
Roja şemiyê, 4 kes ji wan du zarok li encama êrişên terorîstan bi gullên hawanê û bi mûşekan ser taxên curbicur ên Helebê hatin kuştin û 18 kesên din jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).