Çavkaniyên nûçan li bara êrişa terorîstan bi hawanên kîmyayî ser taxa Hemdaniyê li bajarê Helebê agahî dan.
Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê PressTV`yê, terorîstan bi gullên hawanê yên kîmyayî taxa Hemdaniyê li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê dane ber êrişan.
Li encama van êrişan herîkêm 35 kes birîndar bûne. Tê gotin ku hin birîndar tûşî pirsgirêkên nefeskişandinê yên cidî hatine.
Sana Newsê her wiha ragihand ku li encama êrişên mûşekî ser taxên Hemdaniyê û Murîdiyanê 2 kes ji wan keçikekê canê xwe ji dest dan.
Li encama van êrişana hin xisar jî li mal û milkên giştî û nedewletî ketin.
Neyarên çekdar roja înê jî taxên rojava Helebê dan ber gullên hawanê ku li encama wê herîkêm 15 kesên sivîl hatin kuştin.
Li encama van êrişana zêde ji 100 kes jî birîndar bûn ku hatiye ragihandin halê hin ji wan xirab e.
Bajarê Helebê niha bûye meydana şerê giran navbera hêzên dewletî û komên terorîstî. Ev bajara ji sala 2012an bi du beşên rojava û rojhilat hatiye parvekiirn ku beşa rojava ya wê bin kontrola eskerên sûrî û beşa rojhilata wê di kontrola grûpên terorîstî de ye.
Grûpên terorîstî li êrişên xwe rakêtên destçêkirî bi kar tînin pirtir kesên sivîl dibin goriyên van êrişên dirindane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)