IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Xuolamê Emerîkî Serokê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî: Tirkiyeyê dagir bikin û tirsê têxin dilê wan

Piştî operasyona Mûsilê ya ku 17ê meha Cotmeha borî dest pê kiribû, tomara dengekî derket ku tê gotin a Serokê DAIŞê Ebû Bekir El-Bexdadî ye û tê de “xelîfeyê DAIŞê” 31 deqîqeyan diaxive û bangî milîtanên xwe dike ku Tirkiyeyê dagir bikin.

Reutersê tomara dengekî weşand ku hîn rastiya wê tomarê nehatiye piştrastkirin lê tê de Bexdadî bangî milîtanên xwe yên xwekuj dike ku di ber xwe de bidin, wan wek “karwanên şehîdan”  bi nav dike û dibêje “xwînê wek çeman biherkînin”. Piştî operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ku di 17ê Cotmeha borî de ji aliyê Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ve hatibû destpê kirin, ev yekem tomara dengî ku têkilîdarî wê operasyonê ye ku tê de wiha tê gotin: “Diyar dibe ku dewleta Îslamî di vê cîhada me de û şerê ku roj bi roj gurtir dibe, gaveke din nêzîkî serkeftinê ye. ” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu