FilistînNûçeRojhilatanavin

Êrîşê siyonîstan ser Xezayê: 7 birîndar

Şeva borî hêzên Rejîma Îsraîlê li başûrê zîvala Xezayê êrîşî ser filistîniyan kirin ku di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Malpera Sefa ya Filistînê ji Xezayê ragihand ku li rojhilata Refehê li başûra zîvala Xezayê ji ber topbarana balafireke bêpîlot a Rejîma Îsraîlê li dijî xwepêşandana ku vê êvarê hatibû lidarxistin, 7 welatiyên Filistînê birîndar bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku rewşa birîndaran navîn e.

Balafirên Rejîma siyonîstî yekşemiya borî jî çend caran êrişî ser zîvala Xezayê kirin û hin deverên vê zîvalê dan ber bombeyan.

Êrişên Rejîma Siyonîstî ser filistîniyan van rojana zêde bûye  û karzanîn siyasî vê bûyerê ji ber nêzîkbûna hilbijartinên Rejîma Siyonîstî dizanin û dibêjin serokwezîrê vê rejîmê Benyamîn Netanyahu ji bo bidestxistina dengên siyonîstên bajarokan dest davêje kiryarên wiha.

Hilbijartinên parlemanê û serokwezîrê Rejîma Siyonîstî roja nehê Nîsanê wê werin lidarxistin.

Başa dön tuşu