NûçeRojhilatanavin

Hevdîtina alîkarên wezîrên karên derve yên Gurcistan û Îranê

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê ser berfirekirina peywendiyên dualî ligel Gurcistanê sekinî.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya wezareta karên derve ya Îranê, Murteza Sermedî cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê îro li hevdîtina tev Dêyvîd Calanmaniya alîkarê wezîrê karên derve yê Gurcistanê li bajarê Têhranê bal kişande ser peywendiyên zef baş ên her du welatan û têkiliya taximan di warên curbicur da û xwest ku peywendiyên her du welatan zêdetir bên berfirekirin.

Cîgirê wezîêr karên derve yê Îranê korîdora Başûr-Bakûr bibîr xist ûew projeyeke cidî bi nav kir û got: Ev korîdroa tenê hevkariyeke tranzîtî nine û hevkariyên navbera welatan li warên curbicur nemaze warê ênêrjiyê jî digire ber xwe.

Dêyvîd Calanmaniya jî bal kişande ser destpêbûna demsaleke nû li peywendiyên Îran û Gurcistanê li serdema piştî rakirina boykotan û got: Komara Islamiya Îranê jibo Gurcistanê welatekî dost ûb ibandor tê hesêb ku Tiflîs rêzeke taybet lê digire.

Alîkarê wezîêr karên derve yê Gurcistanê kêfxweşiya xwe ji ber cihanîna rêketinama navokiya Îranê û Koma 5+1`ê nîşan da û got: Zemîneya berfirekirina zêdetir a peywendiyên aboriyê pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu