ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Larîcanî ser girîngîya cihê û şûna Iraqê li navçê

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Iraq welatekî mezin û girîng li navçê ye û pirsgirêkên ku jibo vî welatî hatine çêkirinê tenê bi hegera vê girîngî û cîgehê ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Meclisa Îranê, Elî Larîcanî îro li rex şeşemîn konfiransa navnetewî ya Piştgirîya ji Doza Filistînê û li hevdîtina ligel Selîm Cibûrî serokê meclisa Iraqê li Têhranê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê ji ber destkevtên leşkerî yên Iraqê li warê şerê dijî têrorîsmê kêfxweş e û ev yeka nîşan dide ku dewlet û gelê Iraqê li têkoşîna dijî têrorîstan micid in.

Larîcanî hêvîdarîya xwe li bara kutabûna şerê li hemberî têrorîstan li Mûsila Iraqê dîyar kir û got: Dewama qeyranên navçeyî û alûgurên nû yên navnetewî, nîşana pêwîstîya hevkarîya welatan jibo çareserkirina pirsgirêkan e.

Wî herwiha got: Îran  û Iraq wekî du welatên serbixwe divê hevkarîyên xwe li hemî waran zêde bikin ta ku hin berbendên aborî û bankî di navbera her du welatan da zûka bên rakirin û çareserkirin.

Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser lidarxistina şeşemîn konfiransa navnetewî ya Piştgirîya ji Doza Filistînê li Têhranê got: Birêxistina van civînan ser xêra hemî welatên îslamî ye.

Wî herwiha bal kişand ser pêşketinên leşkerî yên artêşa Iraqê li şerê dijî têrorîstan û got ku welatê wî van serketinan deyndarê alîkarîyên dostên xwe nemaze Komara Îslamî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu