IraqNûçeRojhilatanavin

Êrişekî DAIŞê ji 14 xwekujan pêkdihat rastî şikestinê bû

Şaneya ragehandina şer aşkere kir ku, Hêzên Iraqê êrîşekî mezin a DAIŞê bi rêya 14 xwekujan şikandin, wan xwekujan pilan kirbûn êrîşî bakurê bajarê Bexdayê bikin.

Di daxuyaniyekê de ya Şaneya ragehandina şer belav kirî ku, li gor zanyariyên istxibarat û lêpirsînên Şaneya Siqûr,  Hêzên Esmanî yên Iraqê êrîş birin ser baregehekî DAIŞê li bajarokê El-Qaim li navçeya El-Kerabile.

Li gor heman daxuyaniyê di encam de beregehek hate têkbirin tê de 14 xwekujên DAIŞê hebûn, wan xwekujan xwe ji bo kiriyarên terorî li bakurê Bexdayê re amadekiribûn.Herwiha amaje bi têkbirina kargehekî çêkirina mayîn û kemberên bombekirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu