Balefirên cengê yên Rejîma siûdî di dewama cinayetên xwe li dijî gelê bêberevan ê Yemenê, li sietên derbasbûyî bi caran navçên curbicur ên parêzgehên Sena, Hudeyde û Beyzayê li vî welatî bombebaran kirine.
Li gorî rapora Mehr Newsê, û ji zarê El-Mesîê, balefirên cengê yên siûdî, çar caran navça El-Ercê û pênc caran navça El-Derîhmî li Hudeydê dan ber êrişên hewayî.
Eva li halekî ye ku balefirên cengê yên siûdî du navendên eskerî û zankoyeke eskerî li Senayê bombebaran kirin.
Di hemen demê de, navça Natiê li Beyzayê sê caran ket ber êrişa siûdiyan.
Li gorî nûçeyeke din, wêneyek ji du eskerên hêsîrbûyî yên artêşa siûdî li encama êrişa artêş û komîteyên gelanî ên Yemenê ser Cebel Meşelê li Cîzanê li başûrê Erebistanê weşand ku têde eskerên siûdî Rejîma Alê Siûd berpirsê îsraeta xwe dizanin.