NûçeRojhilatanavinYemen

Êrîşên berfireh ên firokeyên şêrr ên siûdî li ser Seideya Yemenê

Firokeyên şêrr ên destdirêjkerên siûdî îro anku Pêncşemiyê, 27 caran parêzgeha Seideyê li bakurê Yemenê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora Al Alamê ji zarê El Mesîreyê, Firokeyên şêrr ên siûdî îro Pêncşemiyê 27 caran kanala têkillî û telekoma navçeya sînorî ya Razihê li aprêzgeha Seideyê dan ber êrîşê û ew xera kirin.

Firokeyên şêrr ên destdirêjkerên siûdî sibeha îro jî 11 caran navçeya Cebel Bin Erîv li navçeya Saqînê, pênc caran navçeya Cebel El Şerefe û 4 caran navçeya Cebel El Miftahê li navçeya Heydanê li parêzgeha Seideyê dane ber bomban.

Li vî halî, rayedarekî agah ê leşkerî got: Yekîneya firokeyên bêfirokevan ên artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê îro anku Pêncşemiyê, cihê fermandetiya hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li baretgeha El Berîqeyê li Edenê li başûrê vî welatî kir armanca êrîşên xwe.

Ji ber şerxwaziya Erebistan û hevpeymanên wî welatî dijî Yemenê ku ji meha Adara sala 2015an va dest pê bûye, heta niha bi dehan hezar kes hatine kuştin û buirîndar bûne û bi miliyonan kesî malê û warê xwe ji dest dane.

Başa dön tuşu