CîhanEwropaNûçe

Di Bobelata Harveyê ya ku li Teksasa eyaleta Emrîkayê qewimî da herî kêm 5 kes mirin

Di Bobelata Harveyê ya ku li Teksasa eyaleta Emrîkayê qewimî da herî kêm 5 kes mirin.

Houston a ku yek ji bajarên herî mezin ên eyaletê ye di bin avê da ma û tê gotin ku herî kêm 5 kesan di bobelatê da can da.

Hêza bobelata ji aliyê Kendava Meksîkayê hat û li başûrê Teksasê bi bandor bû ji kategoriya 4an daxistin kategoriya1ê. Ji ber ba, baran û bagerê lehî rabûn û welatî mirin.

Ev bobelata ku bi navê Harveyê tê zanîn ji sala 1961an vir va ya herî mezin û bitesîr e ku li Teksasê diqewime.

Li Houstona ku nifûsa wê 2 milyon û 300 hezar kes xuya dike rêyên tijî av wek çeman xuya dikin. Di rêyan da di şûna tirimbêlan da bot, kamyonên alîkariyê, wesayitên agirkujiyê û ambulans hene.

Waliyê Teksasê Greg Abbott der barê bobelatê da agahî da û ragihand ku heta niha 250 rê hatine girtin û 19 bajar jî wek deverên bobelatê hatin îlankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu