NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrîşên çeteyên girêdayî rejîma Tirk ên li ser Sûriyeyê dewam dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajaroka Ebû Raseyn a dikeve bakurê rojavayê Hesekê û gelek gundên derdora wê bi topan topbaran kirin.

Çavkaniyên xwecihî ji nûçegihanê SANA re ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker bi topan êrişî bajarokê Ebû Raseyn û hejmarek gundên li ser xetên pêwendiyê yên li ser axa artêşa Sûriyê û artêşa Tirkiyê ya dagirker kirin.

Çavkaniyên han diyar kirin ku topbaran beriya du danê sibê çend demjimêran berdewam kiriye û di encam de ziyanên madî yên cidî geheştine hin malan.

Başa dön tuşu