ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Ekber Salihî: Amerîkayê li mijara serederîya bi Îranê ra bila maqûl bin û aliyên din tûşî kêşeyê nekin

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê got: Donald Trump û dewleta Amerîkayê li mijara serederîya bi Îranê ra bila maqûl bin û aliyên din tûşî kêşeyê nekin.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî îro anku Duşemiyê li bajarê Meşhedê li bakurê rojhilata Îranê her wiha got: Îran li warê zanista atomî li cîgehekê ye ku li gorî wê, heke hevhatinên li Lihevkirina Navokî cih neyên dê evgere qonaxa berê û wê cîgegheka gellek baştir hebe.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê li bara projeya Pêşbira Atomkî jî got: Ev proje bi başî li halê pêşketinê ye û niha tenê şeş welat li cîhanê ji têknolojia Pêşbira Atomî sûdê werdigirin.

Salihî destnîşan kir: Vîn û iradeya Komara Îslamî ya Îranê ji bo gihîştina bo Pêşbira Atomî gellek zêdetir bûye û em pêka pêvajoya demî ya plandarêştî gellek pêşdatirê ne.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê her wiha li bara projeya Nexweşxaneya “Yûndermaniyê” got: Ev proje bi başî pêşda diçe û li halê derbaskirina qonaxên dawiyê ye.

Başa dön tuşu