IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Iraq û Sûriyê li hev kirin ku derbasgehên Elê-Qaim û Bûkemalê navbera her du welatan bên vekirin

Li gorî rapora El-Alamê, Kazim El-Uqabî serokê taxima derbasgehên sînorî yên Iraqê roja pêncşemiyê got: Dewleta vî welatî û Sûriyê li hev kirin ku derbasgehên  Elê-Qaim û Bûkemalê bi zûtirkê bo danûstandina  ticarî navbera her du welatan bên vekirin.

  El-Uqabî her wiha got: Pêgavên pêdivî bona amadekirina  van du derbasgehan hatinerakirin û ev derbasgeh dê heta şeş mehên din bên vekirin.

 Kazim El-Uqabî her wiha li bara hevhatina Bexda û Şamê bo dewama hevahengî û şêwirîna bona vekirina derbasgehên din ên sînorî yên hevpar agahî da.

 Sînorên hevpar ên Iraq û Sûriyê ji dema êrişa endamên koma terorîstî ya DAIŞ`ê ser van du welatan û dagirkirina navçên  berfireh ji wan, ji kontrola dewletên Iraqû Sûriyê derket û endamên DAIŞ`ê ev sînor bona êrişa ser navçên xelkê sivltêde bi kar dianîn.

 Artêşên Sûriyê û Iraqê vê dawiyê bi alîkariyên  misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştgiriyên  Rûsiyê karîn ku dosiya koma terorîstî ya  DAIŞê li van du welatan girêdin.

Başa dön tuşu