Êrişên Erebisanê ser navçên curbicur ên Yemenê didomin

Navçên curbicur ên Yemenê tim di bin agirê balefirên cengê yên Erebistanê de ne.
Li gorî rapora televîzyona El-Mesîrê ya Yemenê, balefirên cengê yên siûdî îro duşemiyê bi bombebarana parêzgehên Sena, Sede û Marebê bi dehan mal kavil kirin.
Balefirên destdirêjkir ên siûdî -emerîkî her wiha kolêja endazyariyê ya parêzgeha Senayê li bajarê Nehimê kirin hedef.
Bajarê Serwahê li parêzgeha Mareba Yemenê jî ji cihên din bû ku ket ber êrişa balefirên cengê yên destdirêjkirên siûdî- emerîkî.
Hîn li bara amara goriyên van êrişana raporek nehatiye weşandin.
Li bersiva van êrişan, artêş û hêzên gelanî yên Yemenê êriş kirin ser meqerên kirêgirtiyên siûdî li Cîzanê. Navendên kombûna hêzên Erebistanê li bajarê Waziyê li parêzgeha Teizê jî bi avêtina mûşekên artêşa Yemenê kavil bûn. Li encama van êrişana hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî hat kuştin.
Medyayên Yemenê her wiha li bara avêtina çend mûşekan ser navenda eskerî ya artêşa siûdî li navça Zehranê agahî dan.
Erebistanê ji Adara 2015`an va êrişên xwe ser navçên curbicur ên Yemenê destpê kirine.
Rejîma Alê Siûdê dil heye Ebd Rebe Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê vegerîne ser desthilatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)