İslami Davet Kurdi Bange İslami

Êrişên Erebisanê ser navçên curbicur ên Yemenê didomin

Navçên curbicur ên Yemenê tim di bin agirê balefirên cengê yên Erebistanê de ne.

Li gorî rapora televîzyona  El-Mesîrê ya Yemenê, balefirên cengê yên siûdî îro duşemiyê bi bombebarana  parêzgehên Sena, Sede û Marebê bi dehan mal kavil kirin.

Balefirên destdirêjkir ên siûdî -emerîkî her wiha  kolêja endazyariyê ya parêzgeha  Senayê li bajarê Nehimê kirin hedef.

Bajarê Serwahê li parêzgeha Mareba Yemenê jî ji cihên din bû ku ket ber êrişa  balefirên cengê yên destdirêjkirên siûdî- emerîkî.

Hîn li bara  amara goriyên van êrişana  raporek nehatiye weşandin.

Li bersiva van êrişan, artêş û hêzên gelanî yên Yemenê êriş kirin ser meqerên  kirêgirtiyên siûdî li Cîzanê. Navendên kombûna  hêzên Erebistanê li bajarê Waziyê li parêzgeha Teizê jî bi avêtina  mûşekên artêşa Yemenê kavil bûn. Li encama van êrişana  hejmarek ji kirêgirtiyên  siûdî hat kuştin.

Medyayên Yemenê her wiha  li bara avêtina çend  mûşekan ser navenda  eskerî ya artêşa siûdî li navça Zehranê agahî dan.

Erebistanê ji Adara 2015`an va êrişên xwe ser navçên  curbicur ên Yemenê destpê kirine.

Rejîma Alê Siûdê dil heye Ebd Rebe Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê Yemenê vegerîne ser desthilatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version