ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen
Erişên Erebistanê ser deverên Zebab û Tawî

Di encama êrişên Erebistanê ser deverên Zebab û Tawî li parêzgeha Teizê li başûra Yemenê da, 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Tê gotin rewşa hin birîndaran xedar e. 2 kes jî di encama êrişên balafirên cengê ser parêzgeha Marebê da hatin kuştinê.
Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha êrişî deverên Nuhum û Seifanê li parêzgeha Senayê kirin ku di encamê da şebekeya telekomê ya parêzgeha Zaliê tam kavil bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)