NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişên Erebistanê ser Yemenê didomin, 7 kes hatin kuştinê

Di encama dewama êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê da, 7 sivîl li rojhilata vî welatî hatin kuştinê.

Li gorî rapora kanala Mesîreyê, di encama êrişên îro 1`ê Çilê da, çend jin û zarok li Serwahe li parêzgeha Mareba Yemenê da birîndar bûn.

Di vê raporê da hatîye ku balafirên cengê yên Erebistanê êrişî 2 kamyonên hilgirê ardûyê li beşa Heyranê li parêzgeha Hecê li bakûra Yemenê kirin ku di encamê da 2 kes hatin kuştinê û 7 kes jî birîndar bûn.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha baregeha serbazî ya Ketafê li parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê û deverên Menaxe û Seifanê li parêzgeha Senayê kirin armanc.

Li gorî vê raporê, 2 welatîyên yemenî di encama gulleavêtina hêzên sînorparêz ên Erebistanê ser gelîyê Mişniqê li beşa Şedayê li parêzgeha Seidê da birîndar bûn.

Eva li halekî ye ku di encama êrişên duh ên balafirên cengê yên Erebistanê ser malên xelkê li Bab ul Mendebê li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya Yemenê da kesek hat kuştinê û 3 kes jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu