ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Êrîşên mûşekî û topxaneyî yên yemeniyan li ser Cîzana Erebistanê

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku Yekîneyên mûşekî, firokeyên bêpîlot û Topxaneya Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê mûşekeke Balistîk a xwecihî ji cûreya Zilzal 1ê,  kewkî ser baregehên çekdarên siûdî li navçeya Cehfana Cîzanê kirine.

Yekîneyên mûşekî, firokeyên bêpîlot û Topxaneya Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê her wiha bi operasiyoneke hevpar baregeha leşkerî ya Setleyê li Cîzanê kirin hedef.

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku di van êrîşan da ziyanên giran ên canî û leşkerî li siûdî û kirêgiriyên wan ketin.

Serdestiya leşkerî ya artêşa Yemenê di sînorên başûrê Erebistanê bi taybet li Cîzanê tamm xuya ye.

Hêzên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê hema bêje her rojê kûrahiya axa Erebistanê bi mûşekên xwe yên Balistîk didin ber êrîşê ku ev kiryar wek berteka li hemberî destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî li ser Yemenê û êrîşa ser welatiyên sivîl ên vî welatî pêk tê.

Başa dön tuşu