NûçeRojhilatanavinYemen

Qedrzaniya ji rola artêş û komîtên gelanî yên Yemenê

Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê qedrê rola artêş û komîtên gelanî yên vî welatî li şerê digel Yemenê girt.

Salêh El-Semad serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê li gotûbêja xwe ya îro duşemê tev telivîzyona El-Mesîreh bilî mehkûmkirina êrişên Erebistanê ser Yemenê got: Artêş û komîtên gelanî yên Yemenê pê hemû hêza xwe li hemberî dijminan rawestan û dê hetanî işkest dayîna tam a dijminan jî dewamê bidin xebata xwe.

Rêjîma Siûdî bi mehneya vegerandina Evdirebbeh Mensûr Hadî serokomarê istîfakirî û reviyayî yê Yemenê bo ser desthilatê, ji 26`ê Adara 2015`an va êrîşên xwe li ser Yemenê dest pê kiirne. Ji ber van êrîşan heta niha zêde ji 11 hezar û 400 yemenî ku pirraniya wan jin û zarok bûn hatine kuştin.

Salêh El-Semad serokê Konseya bilind a siyasî ya Yemenê bal kişande ser pêkhatina vê dewletê û got: Dewleta rizgariya Netewî li çarçîva kemilandina saziyên yemenî pêk hatiye.

Dewleta rizgariya Netewî ya Yemenê ji aliyê bereya Ensarullah, Partiya Kongereya Gelanî ser bi Elî Ebdullah Salêh bi serokatiya Ebdulezîz Bin Hebtûr hate damezirandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu