NûçeRojhilatanavinYemen

Muhemed Elî El-Hûsî: Destdirêjkirên siûdî li dû zext û zora aborî ser Yemenê ne

Serokê komîta bilind a Inqilaba Yemenê destnîşan kir: destdirêjkir fikir dikin ku bi zexta aborî dikarin tiştê ku li salên derbasbûyî ji riya eskerî bi dest nexistin, bînin dest.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRIB News`ê, Muhemed Elî El-Hûsî li twîtera xwe de nivîsî:Destdirêjkir sedema  kêmbûna  nirxa riyala Yemenê li hember diravê derve  kirin û heta li navçên bin kontrola dagirkeriya xwe li dû bidestxistina rêçareyan geriyan  loma ji dewletê tê xwestin ku bila li vê barê pêngavên pêwîst rakin.

Serokê komîta bilind a Inqilaba Yemenê her wiha got: Hewldanên  ji bo bidestxitsina  rêçareya aşitiyê tim rastî berbendên  welatên  destdirêjkir yanê Emerîka, Erebistana Siûdî , Îmarat û hevpeymanên  wê hatiye li halekê ku ew divê bizanin tenê karê ku  dikin zêdekirina êş û kulên gelê Yemenê ye.

Muhemed Elî El-Hûsî pêştr jî kiryara  Martîn Grîfîtîs nûnerê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li vî welatî gotibû: Destdirêjkirên siûdî-Emerîkî û hevpeymanên  wan bi qest bi  şandina diravên çapbûyî  bo Edenê, nirxa riyala Yemenê  kêm kirine.

Başa dön tuşu