Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê berêvariya roja çarşemiyê dema seredana çend navendên cotkarî û berhemîn pêşeyî li bajarê Robat Kerîmê(li başûrê rojava Îranê) di nava koma nûçegihanan de got : Plan û bernameyên aboriya berxwedanê li sê beşên demkurt, demnavîn û demdirêj di ewlewiyeta bernameyên dewletê de ne.
Cehangîrî destnîşan kir: Di çarçova aboriya berxwedanê li beşa demkurt, Dê Îran bi zûtirkê bi behre wergirtina ji projeya palîngeha Sitareya Kendava Farsê li warê berhemanîna benzînê dê bêminet bibe. Cehangîrî her wiha yek ji mêhwerên aboriya berxwedanê li warê cotkariyê ewlehiya xwarekê da zanîn û got : Beşek ji aboriya berxwedanê girêdayî bi beşa cotkariyê ye û ser mijarên mîna ewlehiya xwarekê û bikaranîna zirûfên cotkariyê jibo zêdekirina berhemnaîna li aboriya berxwedanê hatiye tekezkirin.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got : zirûfên sunetî yên beşa cotkariyê di Îranê de aktîv in û heya niha raporên baş li vî warî hatien raberkirin.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îarnê destnîşan kir: Bernama bêminetiya(xwebesatî) li beşa şekir û çandina silkan jî li hin navçên Îranê amade bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)