NûçeAsyaRojhilatanavin

Ermenistanê Komara Azerbaycanê bi gulebaran welatiyên sivîl tawanbar kir

Serokwezîrê Ermenistanê Komara Azerbaycanê bi gullebarana welatiyên sivîl li Qerebaxê tawanbar kir.

Nîkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê îro Komara Azerbaycanê bi gulebarana welatiyên ermenî yên sivîl ku li Qerebaxê mijûlî cotkariyê bûn, tawanbar kir.

Paşîniyan di twitterê da nivîsî: “Komara Azerbaycanê ermeniyên naavçeya Nagûrû-Qerebaxê wek welatiyên xwe dizane û hevdem wan di dema cotkariyê da dide ber gulleyan. Ji roja 9ê Mijdara 2020î va (wajopkirina lihevkirinameya agirbesê) sê welatiyên sivîl hatine kuştin û 16 kes jî birîndar bûne û 54 babetên hewildana ji bo kuştinê qewimîne. Gelo ev hema cihanîna şiroveya Komara Azerbaycanê derbarê çareserkirina meseleya Nagûrû-Qerebaxê ye?”

Kêşeya domdar a Komara Azerbaycan û Ermenistanê li ser navçeya Qerebaxê di Îlona 2020î da careke din hat domandin û bû sebeba pevçûnên herî giran navbera du aliyan di dehsaliya 1990î û vir va.

Başa dön tuşu