Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji rojnamevanên welatên rojavayî re axivî û îdia kir ku Ewropa û Amerîka piştgiriyê didin terorîstên li Sûriyeyê û ti hewldanên wan bo pêşveçûna pêvajoya siyasî jî tine ne.
Esad eşkere kir ku êrişên terorîstan a li Sûriyeyê bidawî nebin. Heta terorîst hebin, ewlehiya gelê sûrî çênabe. Lewre, kî piştgiriyê dide terorîstan? û Ewropayê nişandan.
Esad wiha pê de çû: “Mirov divê vî pirsî ji hikûmetên welatên rojava ku destûra firehbûna terorîzmê û hilweşandina Sûriyeyê dan bipirse. Eger em li ser Ewropayê û Amerîkayê biaxifin, heta niha rola wan piştgiriya terorîstan bû ye. Ji bo pêvajoya siyasî heta niha ti tişt nekirine, ew tenê diaxifin.”
Serokê Dewleta Sûriyeyê da zanîn ku Îranê rolek erenî li Sûriyeyê lîstiye û li beramberê vî Îsraîl him piştgiriya lojîstîk dide terorîstan hin jî raste rast êrişî leşkerên sûrî yên li ser sînor dike.
Ji aliyê din ve Beşar Esad li ser pirsa rojnamegeran ya hûn pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê çawa dibînin wiha bersivand: “Ez nêrîna bo welatên me yên gelê sûrî li ser nêrîna xwe ya derbarê Sûriyeyê ve digirim, ew çawa dibînin. Ji bo vê yekê hewcehî bi diyalogan heye. Lê ji bo axaftina vê yekê hêj zû ye. Pêşaniya gelê sûrî divê têkoşîna li dijî terorîzmê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)