NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: “Bûyerên Helebê û êrişên Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne”

Serokomarê Sûriyê ragihand bûyerên ku li Helebê diqewimin û êrişên bajarê Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne. Bersiva serkevtin û pêşveçûna artêşa Sûriyê ya Helebê didin.

Serokomarê Sûriyê Beşar Esad ragihand bûyerên ku li Helebê diqewimin û êrişên bajarê Palmîrayê bi hev ve girêdayî ne. Bersiva serkevtin û pêşveçûna artêşa Sûriyê ya Helebê didin. Dixwazin serkeftina Helebê bê wate nîşan bidin. Xwestin berê artêşê bidin bajarê Palmîrayê û ji Helebê dûr bixin, lê bi ser neketin.
Beşar Esad di hevpeyvîna xwe bi Russia Todayê (RT) re got: “Wekî mînaka Helebê divê em daxuyaniyên dewletên rojavayî baş bixwînin. Wiha xuya dike ku dewletên rojavayî ne sivîlan, belkî dixwazin terorîstan biparêzin. DAIŞê êrişê Palmirayê kir, lê ji tu welatî bertek nehat nişandan.” Esad di berdewamiya axaftina xwe de got: “Heke hikûmetê bajarê Palmîrayê bi dest bixista dewletên rojavayî ji bo mîrata çandî wê biketana nava endişeyan. Dema em Helebê jî ji terorîstan rizgar bikin berpirsên rojavayî û medya sereke wê ji bo sivîlan têkeve metirsiyê. Lê kuştina sivîlan bi destê terorîst û muxalifan an jî êrişa Palmîrayê wan metirsîdar nake.Bersiva pêşveçûna artêşa Sûriyê ya Helebê didin. Dixwazin serkeftina Helebê bê wate nîşan bidin. Xwestin berê artêşê bidin Palmîrayê ji bo ku ji Helebê dûr bikeve, lê bi ser neketin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu