NûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: ‘DAIŞê bi piştgiriya an jî bi haydariya Amerîkayê vegeriya Palmîrayê’

Serokê Sewleta Sûriyeyê Beşar Esed ez bawerim ku terorîstên DAIŞê bi piştgiriya Amerîkayê an jî bi haydariya wan vegeriyana bajarê kevnare Palmîrayê û ragihand ku îxtîmal nadim ku ev terorîst ji bajarê Mûsilê hatibin.

Esad destnîşan kir ku ev terorîstên ji nû ve hatin Palmîrayê bi piştgiriya Amerîkayê an jî bi haydariya wan ji Reqqa û Deyr Zorê hatine û wiha pê de çû: ‘Amerîka bizanebûn destûr da; Tirkiye, Qetar û Erebistana Siûdî piştgirî dan DAIŞê û vê mîsyonê bicih anîtin. Tiştên ku li Palmîrayê diqewimin ev e. Ev yek ne tenê li Mûsilê heye. Lewre koalîsyona navneteweyî ku pêşengiya wê Amerîka dike ev du sale li erdê Sûriyeyê DAIŞê bombebaran dike, lê DAIŞê hêj jî hebûna xwe dide nîşandan.’

Beşar Esed eşkere kir ku gelek terorîstên DAIŞê bi çekên biqelîte bi dehan kîlometro rê hatine ev yek dide nîşandan ku ew ji Mûsilê nehatin û rasterast bi piştgiriya welatek hatine Palmîrayê. Ez dixwazim van pirsan bipirsim: Yek, çekên giran ên destên wan de ji Mûsilê çawa anitine? Didu, hêzên hewayî ya Amerîkayê bombebarandina li Mûsilê û Reqqayê çima encam nade?. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu